Mehmet Atli
Xatir
Vaye hatim, vaye ez çûm
Bi xatirê te, xatirê te
Bê pirs, bê tirs, peyvek:
Bi xatirê te
Go hebû go tunebû
Ez û tu û em her du…
Bê bêhn, bê reng, hew dengek:
Bi xatirê te
Êdî du stêrk in çavên te
Stêrkên dûr.
Gelek dûr.. Çavên te…
Ji dûrtir dûr…Çavên te…
Vaye hatim, vaye ez çûm
Bi xatirê te, xatirê te
Gotin û Muzîk: Mehmet Atlı