the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmet Şanlı,

Çima Çima

Çavê min li bejna te ye Dilê min têde heye Haca te ji min tune ye Lê gulê çima çima Çavreş im gulîzer im Gerdengaz û porzer im Li her kesê nanêrim Lê lawo nebê çima Li her kesê nanêrim Lo memo nebê çima Çavreşê çima çima Lê gulê çima çima Çavreşê çima çima Bîlmezê çima çima Hêsîrên min diherikin Wek ava behr û çema Lo lawo tu ciwan î Tu bi evînî nizanî Dûr here nabe wanî Lo memo nebê çima Ji bona te nexweş im Ne di min kul û xem a De were ez te bibînim Sebra min êdî nema Ev gula, gula te ye Evîna dilê te ye Were min birevîne Çavê min li riya te ye Çavreşê çima çima Lê gulê çima çima Çavreşê çima çima Bîlmezê çima çima Xelkê mirazê xwe girt Lê gulê ez û tu ma Lo lawo çima çima Delalo çima çima Lo lawo çima çima Egîdo çima çima Xelkê mirazê xwe girt Lo lawo ez û tu ma

Bêjebêje © 2015-2024