Skip to main content
a photo of Mehmûd Berazî

Mehmûd Berazî

Serêkaniyê û avaşîn

By: Enomenal 75 BB · Contributor

Çeng û bask û niklê ko Çep û rast, pîçê Tirko Tirko wa çû Berlînê Da jehrê bi xwe re bînê Da jehrê bi xwe re bînê Bavê beriya Mêrdînê Mêrdînê bi deşt û çiya Tirkê li pişta Gêsiya Gaz avêtin nav giya Li Serêkaniyê û Avaşîn Jehra ji Berlînê anîn Avêtin ser canmerdan Ay ay ay Werxelê bi zare Doqmaqê serê contirkan Nifşekî hare Hedara neyaran tune De bes bike qitqitko Nema lîs û mottiko Ka dûvikê tev nedo Bela zariya li xwe nedo Pêşilka sisto visto Ji me kewê bi qebqebo Li we dîsa gavrevo Me'naşa deq û 'in e Tirko yê jêr û bin e Wek sergoyê repin e Em Kurd in taca cîhanê Serî nadin bêjiyo Serî nadin bêjiyo Ew sêwlekê li Enqerê Hatî bazara berê Bi hêsirê çavê can-Kurda Bi guliyên van keç-merda Sonda zeriya por kezî Tê li nav xwînê bigevizî

Bêjebêje © 2015-2026