the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmûd Qizil

Yusuf Azîzoglu

Lîdero lîdero lîderoo Lîdero qurban li me dabû stêrka sibê stêrka salê Lîdero qurban li me dabû stêrka sibê stêrka xurbetê Ezîzoxlî mehkî berê îstîfa dîlekça xwe da Enqerê Li Reîsê Cimuryetê Heyfa min nayê li wê yekê Heyfa min tê bi wê yekê Di welatê şerqê de bila li piştî babê Murado Kesekî ranebe neke dawa siyasetêêê ax Lîdero lîdero Bê lîdero ez nemînim li dinyayê Heta sax bim li dewrana dinyayê Lidêrekî mîna Ezîzoxlî Babê Murado tucarî nayê Tirkiyayêêê ax Hahîhîîîî Lîdero lîdero lîderoo Lîdero qurban li me dabû stêrka sibê stêrka salê Evî mîratê radiyoyê yayîn dikir Xeberkî ne bi xêrê ji me re tanî Nav û dengê mirina Yûsif Ezîzoxlî Tirkiyayê lawo heft diwalê ecnebî tev hilanî Ezîzoxlî te mala xwe tenê xira nekir Te kon û çîtên perdê me feqîran bira li ser danî Ax lîdero lîdero lîdero Wez nebînim li dinyayê Heta sax bim li dewrana dinyayê Lîderkî mîna Ezîzoxlî nayê Tirkiyayêê ax Hahîhîîî Lîdero lîdero lîderoo Lîdero qurban li me dabû Çûme Diyarbekira şewitî lawo Bi kevirê reş û tarî Evî mîratê teyarê cinazê Ezîzoxlî Ji me kurmanca re ji Enqerê hey lo lawo Hediye tanî Ezê çûme ser cinazê Ezîzoxlî Min go Ezîzoxlî te mala me xira kir W’em nizanin li Enqerê Heyra te tembiya me feqîran Keko îcar li kî danî Ax lîdero lîderê me feqîran Ez nizanim piştî babê Murado Berê me kete bajarê Enqerê W’em nizanin derdê xwe bêjin ji kê re ax Lîdero ez nebînim li dinyayê Heta sax bim li dewrana dinyayê Lîderkî mîna Ezîzoxlî nayê Tirkiyayêêê ax Hahîîîî Lîdero lîdero lîderoo Lîdero qurban sibe ye ezê çûme Farqîna şewitî dayê Bê li hafê deştê Minê bala xwe didayê bîna bayê çiya lê dixe Dayê rebenê li bejn û bala Ezîzoxlî çiqas xweş tê ax Ezê çûme li ser cinazê Ezîzoxlî Derb û birîn tê de tunebû Axîn dike ji derdê miletê şerqê Ji kezebê xwîna reş tê Lîdero lîdero wez nemînim li dinyayê Heta sax bim li dewrana dinyayê Lîderkî mîna Ezîzoxlî nayê Tirkiyayêêê ax Hahîîîîî Lîdero lîdero lîdero Lîdero qurban çûme Farqîna şewitî Dayê rebenê bi hewl û bî ye Minê bala xwe didayê Berê vê êvarê pêşiya texsiya derketî Texsiya Ezîzoxlî dayê rebenê Hezê hezê li pêşiyê Ez çûme pêşiyê min go belkî mala we xirab e Çi bû çi qewimî çi ciriya mesele çi ye Digotin belkî mala we xira be Heyra Wele Yûsif Ezîzoxlî ji Enqerê Ji Biyuk Milet Meclîsê xeyidiye ebediyen şerqê malikşewitî hiştiye bê xweyî yee ax Ax lîdero lîdero lîdero Lîderoo lîdero qurban Wez nebînim li dinyayê Heta sax bim derdê Ezîzoxlî Derdekî giran e lawo Ji dilê me dernayê Heta sax bim li dewrana dinyayê Lîderkî mîna Ezîzoxlî babê Murado Tu carî lawo nayê Tirkiyayêêêê axx ê Hahîîîî

Bêjebêje © 2015-2024