Mehmûd Soro
Binevşa Narîn
Lorî lorî lorî lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê mi lorî, lorî
Dewrêş Begê radibû pê, diçû alîkî Faris Begê
Faris Begê radibû pê, Derwêş Begê digo
Faris Begê dilê min dibê, sed carî dilê mi dibê
Wez ê bidim te sed devê ji pezê, sed kihêlî serê tewlê
Sed miyê dotinê, sedê firotinê
Her çar lawê te dizewicînim ji êlê ye
Bide Binevşa Narîn, stêrka berbanga sibê
Rewşa xezala, rewşa bêrîvaniya bi tenê
Ax lorî lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê mi lorî, lorî
Mi dî Faris Begê radibû pê, diçû alîkî Eynê
Eynê radibû pê, Faris Begê digo lê lê Eynê
Dilê min dibê sed carî dilê mi dibê
Malikmîratê hatiye mala me mêvane ji mêvanê ebrê
Dide me sed deve ji pezê, sed kihêlî serê tewlê
Sed miyê dotinê, sedê firotinê
Her çar lawê me dizewicîne ji êlê
Dibê tu yê bide mi Binevşa Narînê, stêrka berbanga sibê
Rewşa xezala, rewşa bêrîvaniya bi tenê
Ax lorî lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê mi lorî, lorî
Eynê radibû pê, diçû alîkî Binevşê
Binevşê radibû pê, xurmîn dikete bejnê, mînanî başbazirganê salê
Digo lê lê dayê, wezê kanî me, kanîkî ji kaniya Diyarbekirê
Çil û çil kanî der bûne li dorê
Wezê biçûk im hêna natime zewacê
Wezê bême zewacê nastînim zêdeyî Cembelî lawê Mîrê Hekariya li dinê
Gidî bira serê sibê hetanî êvarê cota tejiya berde ji me ra dê ye
Gidî cotê kewa berde ji qefesê ye
Li ser sing û berê mi bike seydê nêçîrê, ax
lorî lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê mi lorî, lorî