the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mehmûd Soro

Dinyayê

Dinyayê dinya, dinyayê dinyayê dinya, dinyayê Dilê mi ji dila dilekî deman e Zemê serê xwe li me bilind kiriye, berê xwe daye asîman e Zem bûye ewrekî giran e, bi teyrik û bi tofan e, digere li ser serê feqîra, daniye li ser temamê tiştan e Zem bûye jerî ketiye canê feqîra xwe berdaye hestiyê wan e Welçeka genim li me biriye heftê û pêncan e Li serê me rakiriye xela temamê tiştan e dinyayê Umîda feqîra li jêr hatiye birînê li jor mayiye Rebbê alemê Mîrê mîra padîşahê keremê, yekî bi tenê Rebê rehman e Ax dinyayê dinya dinyayê Dinyayê dinya, dinyayê dinyayê dinya, dinyayê Dilê mi ji dila dilekî ewhan e Sitûyê feqîra şikiya, cilika wan qetiya, dest û lingê wan girêdane Îro roja qodeman û zengînan e Zem bûye çûçikê ji çûçûka gulanê, digere li hewa Daniye li ser garisê feqîran e Hesreta feqîra kevçîkî dewê meşkan e Gelî feqîra winê kêr û gurçanê xwe hazir kin em ê berê xwe bidin çolan e Rakin kerenga bişkê gûrizê, xwe xwedî kin bi pel û pincarê çolan e Dinyayê, ax dinyayê, dinya dinyayê Umîda me feqîra li jêr hatiye birinê li jor mayiye Rebê alemê Mîrê mîra, padîşahê keremê, yekî bi tenê Rebê rehmanê Dinya dinyayê, dinya dinyayê

Bêjebêje © 2015-2024