
Mehmûd Soro
Şahîno
By: Ciwan
Wî Şahîno hoy hoy hoy hoy axe, de hey, ho o o, ho o o,oy oy oy oy
De hey, hey, hey lo mala bavê mi Şahîno lo
Wî Şahîno payîza me hatî hêwa sar e
De mi dî sehera serê sibê bû, ji bayê sînorê erda bû
Şahînê mi pevçûnê derxist berê xwe da mal ooo
Wî de bira agirkî têkeve mala Hesenê Elî
Li Pozê Guhera gulekî lêdane, bejn û bala Şahînê min ê delalî
Weylali mi korê, xeberek hatî divê ji qefesa singa xwe da birîndar e
Lê de hey lê, hey lê, hey lê, hey lolo, de hey lo, heylo, mala bavê mi Şahîno lo
Wî Şahîno oy oy oy oy oy oy Çiyakê Bisimbila bişewite wa bi dar e
Li min ê xeberkî girtî divê Şahînê te birîndar e
Mi dî can û cenazê Şahînê mi dane serê çardara
Yawaş yawaş tîne ber bi mal e
Wî Şahîno de tunê mala diya xwe şewitand, ocaxê mi kor bû lawo, oy oy oy
Wê la mala giran hiştiye bê xwedî û lo bê sermiyan
Hê de hey lê, hey lê, hey lê, hey lolo de hey lo, heylo, mala bavê mi Şahîno
Wî Şahîno oy oy oy oy oy oy, xemê dilê dayîka te tune bû, timê xemgîne dayê
De wezê pê hesiyam dibê Şahînê te birîndar e
Minê porê serê xwe rûçikand, li çav û rûyê xwe da
De mi dî Şahînê mi serê xwe danî ser çoka diya xwe ya reben
Oy wê la bişt û bala xanima dilê xwe mêze kir û hesretî kişand canê xwe da
Ê de de hey lo, hey lo, hey lo, hey lolo de hey lo, hey lo, mala bavê mi Şahîno
Wî Şahîno oy oy oy oy oy, zivistana me hatî, berfê lêkir
Lê mi dî qaz û quling mal û zozana xwe berdane beriya jêrîn
Wa heywana hêlînê xwene çêkir
Wî Şahîno de tunê pişta xwe dayî axê kendala
Bûka çardeşevî bi tevî xeml û xêza bûkanî ve oy
Wêyla tilî û pêçiyê hinekirî heyla van xanima dilê te teslîmî kê kir lo
A de hey lo, hey lo, hey lo, hey lolo de hey lo, heylo, mala bavê mi Şahîno lo
Wî Şahîno oy oy oy, îro dîsa diya te yê dilbikul e ax
De wezê balê xwe didimê li ser dilê diya te
Bûye sê çar tene gir e, weyla li mi korê
Bav tune ye, bira tune ye, mamê wî tune ye, pismamê wî tune ye, oy oy oy
De êl û eşîrê mala bavê mi jî disale
De keskê tune ye here heyfa Şahînê mi bigire lo
Ê de hey lo, hey lo, hey lo, hey lolo de hey lo, heylo, mala bavê mi Şahîno
Wî Şahîno oy oy oy oy, derdê dilê dayîka te pir bû, kula danî serê kula
Weyla mi dî ji xeml û xêza bûkaniyê xira bûye şar û temeziya xwe berda nava mila
De wez ê dikim bi destê xanima dilê Şahînê xwe bigirim herime ji nava gundê xayîn
Oy, weyla misilmanî li me nakin stariyê
Me ji xwe ra xwe bavêjin nava gundê fila, ay ay ax
Ê de hey lo, hey lo, hey lo, hey lolo de hey lo, heylo mala bavê mi Şahîno