a photo of Melek Rojhat

Melek Rojhat

Bêbextî

Li min bihorîn gelek sal û dem Li min kom bûn gelek derd û xem Emir diçe bi êş û alem Tenê hiştim vê bêbextiyê Zeman û yar li min bûn yek Li dora min çêkirin xelek Li min gerandin çerxa felek Tenê hiştim vê bêbextiyê Naçin ava ev roj bûne sal Sal dirêjin ez kirime kal Bi ciwanî da destê min gopal Piştxûzkirim vê bêbextiyê Hêsîrê dahfa ber delavim Qelsim, êdî bê pesn û bê navim Por çû, çav çilmisî û rû xavim Ez hejandim vê bêbextiyê Gotin: Hekîm Sefkan Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024