![a photo of Melek Rojhat](https://s3.eu-west-2.amazonaws.com/bejebeje.com/artist-images/179-s.jpg)
Melek Rojhat
Bes e Bes e Yara Min
Êdî ji bo te nagirîm
Te nayînim ez bîra xwe
Destê xwe ji min berde
Herkes here rêya xwe
Li ser rûkê dinyayê
Min derd û kul pir kişan
Yarê ma tu nizanî
Gelek dilêm te êşand
Bese bese yara min
Tu xayîn î yara min
Tu bêbext î yara min
Tu nezanî yara min
Bajarê Wanê xweşe
Meskenê dost û yaran
Li ser gul û nêrgîzan
Xweş navên tê robaran
Evînî ji bîra min nayê
Li ber zilma neyaran
Emê li çiyan bibin
Hevalên xuşk û biran
Emê li mêvan bibin
Hevalên xuşk û biran
(Dîsgotin)
Gotin: Fatê