a photo of Melek Rojhat

Melek Rojhat

Geryanek

Havîn bû çûm Şingalê Hejîra li dem nûbarê Min dît li wirê ciwanek Awir dida ji alek Min gotê: "keça kê yî?" Torina kîj malê yî? Tu gula kîj bexçê yî? Nêrgîza serê kê yî? Lawo ez Kurdistan im Xuştivîya Kurdan im Evîndara şêran im Ketime dest nezanan Ez geriyam çûm Amedê Cihê pîran û befrê Nalînake wî dihêtin Birîndar e xwîn jê dihêtê Min gotê: kewê kê yî? Çima li nav befrê yî Brîndarê destê kê yî? Xwîndarê destê kê yî? Ez dengê Şêx Seîd im Ji bo Kurdistan mirîd im Bê kes û bê xwedan im Ketime dest neyaran Çûm Mehabadê geriyam Wek dara bîyê weryam Darek di dest zarokan Pêdikirin yariya bûkan Min gotê: Tu çi dar î? Wek rebena li vî warî Tu li kolanan dixişandin Ji nîvê re tu şikandin Lawo ez dar ala bûm Navbera çarçira bûm Ez qibleya Kurdan bûm Ketime dest nemerdan Payîz bû çûm Rojava Ser deşt û ber der ava Min dît li wirê şûxek Berda dilê min dûxek Min gotê: Keça kê yî? Dîlber û şenga kê yî? Bihara dilê kê yî? Barana kîj deştê yî? Lawo ez Qamişlo me Şenga warê Şêxo me Mêvana warê xwe me Ketime dest zordaran

Bêjebêje © 2015-2024