a photo of Melek Rojhat

Melek Rojhat

Kîne Em?

Cotkar û karker Gundî û rêncber Hemû proleter Gelê Kurdistan Şoreş û volqan Tev dînamêt in Agir û pêt in Sor in wek etûn Agir giha qepsûn Gava biteqin Dinya dihejî Ev pêt û agir Dijmin dikujî Kîne em? Hey hey hey kîne em ? Em in rojhilat Tev birc û kelat Tev bajar û gund Tev zinar û lat Ji destê dijmin : Dijminê xwînxwar Xurt û koledar Ji Rom, ji Fireng Di rojên pir teng Bi kûştin û ceng Parast, parast Parast min ev rojhilat Kîne em ? Hey hey hey kîne em ? Kîne em ? Gelê serfiraz Dijminê dijmin Dostê aştîxwaz Em xweş mirov in Ne hirç û hov in Lê çibkim bê şer Dijmin naçî der Bav û kalê me Dijîn tev serbest Naxwazin bijîm Ta ebed bindest Kîne em ? Hey hey hey kîne em ? Em in ew Kurdê serhişk û hesin Îro jî dijmin ji me ditirsin Bîna barûdê Kete pozê min Dixwazim hawîr Biteqim ji bin Dîsa wek mêra Bikevin çiya Naxwazim bimrim Dixwazim bigrim Kurdistana xwe Axa Mîdîya Kîne em ? Hey hey hey kîne em ? Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar Em in ew Lolo Kardox û Kudî Em in Mad û Goş Horî û Gudî Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor Em in, em Kurd in li jêr û li jor Çend hezar salin Kurdistana me Perçe perçe ma Bindestê dijmin ! Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc Ji dest xwe berdan ew text û ew tac Hinek bûn axa, hinek jên bûn beg Hinek jên bûne cah?ê jardara Kurdistan firot wan tev neyaran Bûne mezhebdar Bûne olperest Bûne paşverû, bi tizbî û xişt Ta ku dijmin şikand li me ser û pişt Me dan bin lingan dewlet û hebûn Bûn dijminê hev perçe perçe bûn Ta ku Kurdistan Ta ku Kurdistan Jar û perîşan Ket e bin destan ! Ketin xewê, ketin xewê Ketin xewa zilm û zorê Ketin xewa bindestiyê Raketin, raketin… Yekcaran serê xwe rakirin Lê dijmin serî zû jêkirin Yek carna serê xwe bi hêz rakirin Lê dijmin serî zû jêkirin Lê li vî xakî, li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandin Ev erdê jiyanê ye Germ dibe, sar dibe Dikele, dikele, dipi?iqîne Brûskê tavê tavan hiltîne Ronahî dike rojê li welat hiltîne Her wekên Kawa li ser xwe pêk tîne Niştimanperweran diwelidîne Em in ew gela Belê em in ejdeha Ji xewa dîlî Şiyar bûn niha Dixwazin wek mêr Tev mejî û bêr Rabin her wek ?êr Serê xwe hildin Çi serbilind in Bi cîhan carek Em bidin zanîn Rêçika Markîs Rêçika Lenîn Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem Bêjin bilind in Wek dêw bilind in Em dest dirêj in Serbest dibêjin Dixwazin bi lez Gavan bavêjin ! Kîne em ? Hey hey hey kîne em ? Ne xwînxwar in em, aştîxwaz in em Serdarên bilind, gernas in herdem Em şer naxwazin Divên wekhevî Em paş ve naçin Lê dijmin direvî! Divên bi ?êwrê, lê ew qebûl nakî Divên biratî, lê ew qebûl nakî Bûye wek rûvî Li paş xwe nanêrî Kîne em… Gelo bavêm çi bikin ? Naxwazin însanî Êriş bikin û bigrin Histu bişkînin Ev pîsên mirdar Ji nav me derxînin Ji bo mirovan em tev dost û yar Bijî Kurdistan, bimrî koledar ! Kîne em ?

Bêjebêje © 2015-2024