a photo of Melek Rojhat

Melek Rojhat

Sebra Dila

Li ser kaniyê min dî ye Li ser kaniyê min dî ye Gula baxçê avî ye Aqlê min pê re çû ye Wer wer sebra dila Av ji kanîyê anî ye Ji rê avê daniye Dara te bi xwe çandiye Çib'kim dilêm bêjî ye Wer wer sebra dila Wer, wer, wer vira Wer, wer, sebra dila Çavên reş kaniya kila Wer, wer, wer vira Wer, wer, sebra dila Te nadim bi bav û bira Dor kaniye bi dar e Siyê daye ser zinar e Diherike ava sar e Wer wer sebra dila Her ro sibê û êvara Kewa te difire li wira Sebra dila bi çend awira Wer wer sebra dila (Dîsgotin) Kevoka li ser zinara Helîna xwe li ser çinara Dixwîne sibe û êvara Wer wer sebra dila Firî ser şaxê dara Tirsa min ji wan neyara Xera dikin cih û wara Wer, wer, sebra dila (Dîsgotin) Kevoka sor kedî me Li ser sivinga xanî me Ji ter dil girtî me Wer wer sebra dila Lawiko li benda te me Kengî tu be ez ya te me Ez tenê yara te me Wer wer sebra dila (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024