a photo of Melek Rojhat

Melek Rojhat

Serê Çiyan

Tarî bû şev, ba û baran Dûr ketin ji nava malan Di dilê min de girî û nefrîn Derketin çûn serê çiyan Serê çiyan yadê serê çiyan Lê bû min mal, ew gundê min Ew jar û pîra diya min Kûr kûr axîn dikîşandin Birîn kirin ev dilê min Ev dilê min yadê ev dilê min Tê ber çavan rewşa welat Kuştin,lêdan,zor û şewat Rêka me dûr zinar û lat Dirêje wek çemê Ferat Çemê Ferat yadê çemê Ferat Gotin û Muzîk: Xemgîn Bîrhat

Bêjebêje © 2015-2024