a photo of Melek Rojhat

Melek Rojhat

Xumalina

Çavên te xumalî na Biriyên te qeytanîna Nexweşim nav livîna Ax û wextê min nîna Ez heya Enqereyê biçûma Bal doxtor dermana nîna Wexta Memya dibînim bêhna êşa min nîna Xuma min çavê kilkirî Ji şevê tarîtiri Wan biriyên qelemkirî Wan destên hinekirî We pora boyaxkirî Yarê tu ji min dûr î Xwezî tu dosta min bûyayî lê Ez sax bam hê nemirî Keçik hatî ji wê da Geha merga bi re da Le wexte xwe bada Xew xweş e nav ciha da Kemenî kemençe da Tembûrê tembûrê da lê Xweziya tu dosta min ba Felekê here wê da

Bêjebêje © 2015-2024