a photo of Melek Rojhat

Melek Rojhat

Yadê Rebenê

Yadê rebenê min got roka me helatî ji aliyê çiyan Roka me hilatî ji aliyê çiyan Şewqê avêtî nav bax û mêrgan û kaniyan Ay dil bi kulo Xortê kurda rabin keçên kurdan rabin roja me hatiye Pîr û kal û qîz rabin em herin serê wan çiyan Ez birîndar im De em ê binêrin wan çîçekan sorbûn e ji xwîna wan şehîdan Ax û wax li min welatê me şêrîn e Yadî reben ê em ê birîndar ên xwe derman bikin şehîd ên xwe veşêr in Em ê birîndar ên xwe derman bikin şehîdê xwe veşêr in em ê sond bixun bi qadî mihemed bi şêx seîd ala rengîn xwîna wan şehîdan bi mistefa barzanî Xewika me nayê ew kul ji dilê me dernayê heta em nebînin ala rengîn li ser çiyayên kurdistanê hildayê Ez birîndar im De em ê binêrin wan çîçekan sorbûne ji xwîna wan şehîdana axx li min kurdistan şêrîne

Bêjebêje © 2015-2024