Mem Ararat
Ay dil
Nizanim tu xewn e, yan rastî ye, ay dil
Nizanim tu derd e, yan derman e, ay dil
Ji ber vê ez pirr şaşwaz im, ay dil
Ay dilê
Ji ber vê ez pirr şaşwaz im, ay dil
Ay dilê
Bi baranê re hatî tava biharê
Ji Adarê hatî, ji min re bû ronahî
Dizanim baranê tu ji min re anî
Ay dilê
Dizanim baranê tu ji min re anî
Ay dilê
Gelo çawa te bi nav bikim? ay dil
Tu sermayek ji derya, germîyek ji agir
Ji ber vê evînê dişewitim, ay dil
Ay dilê
Ji ber vê evînê dişewitim, ay dil
Ay dilê