a photo of Mem Ararat

Mem Ararat

Bendewar

Hêjî dibînim xeyala wê rojê Tu tê ji hember li min roj hiltê were lê Sal diçin dibim kal Navê’m kirin bendewar Bûm pêkenîn bûme qal were lê Ev bêdengiya dijwar Li ser milê min bûye bar Min ne denge ne olan were lê Xêrnexwaza gotin ew êdî nema tê Gaziya min gihîşt erşê xwedê were lê Dema stêrk lerizîn Esman ji nîvî de derizî Şahî ji me hate dizîn were lê Were bila ken were Were bila reng were Were bila tav were Were lê

Bêjebêje © 2015-2024