a photo of Mem Ararat

Mem Ararat

Bersiva Xorto

Xwezî bibim havîneke zîvîn li baxên wê Bixemilînim çend pelan ji mijangên wê Lê ditirsim nebim lehengê dilê wê qet Loma evîn kujer e, dikuje hezkiriyê xwe Dilêm diperite ji bo kenê wê Loma ev evîn e, evîn e ev Bûme darek tûyê li ber deriyê wê Loma ev evîn e, evîn e ev Diçim û têm, vedigerim li wan bajaran Loma ev evîn e, evîn e ev Dihejim weke gulyên daran Loma ev evîn e, evîn e ev Heyirî me dil wêran e, evîn e ev Xorto li min negre van halan Hiş û aqil min hişt(in) li dewsa waran Keko zora min bir wê bêbavê Loma ev evîn e, evîn e ev Çend peyvên min î ji hestiyê tenêtiyê Asê mane li nava çar dîwaran Zanim û nizanim, ez şaşwaz im Li min xwelîserî ev çi hal e? Heyirî me xelk bêbav e, evîn e ev

Bêjebêje © 2015-2024