Mem Ararat
Bîranîn
Min dit ew çiyayên bê deng
Bi dengê te bir heware
Çar hêlê xwe vêxist agir
Lê ew ne intîxare
Qêrînên te bêhempa bû
Hişbûnên te jî wisa
Li gel bayê xerbî
Tu xortekî kal e
Lê mirin bi te şa nabe
Tu maye ji sibeha
Ji evînê tu qut nebûbû
Û tevahiya jînê
Bê te payîz xalî bû
Te hêz daye vînê
Min dit çiya lalek bû
Tu jê re buyî hawar
Bi dengê te şîn bû hêvî
Rengîntir bûye bihar
Qêrînên te ew zindî bû
Hişyar kir ji xewa giran
Bûye teyrek firî bû
Venişt li bilindahiya
Nexşeya evînê xem e
Şopê ma li payîza
Pel diweşînin loma
Mizgîn dide ji bihara
Dara hesretê ye dunya keko
Bêyî xema stewre ew
Erdnigariya şahiya wendaye hêjî
Tê gotin bi ber ava çemekî ketiye
Û li qiraxa hezkirinekê şîn bûye
Li deverek biyanî,lê ne gelekî dûr
Dibê bi qasî mijangên xwe nêzîk
Lê ew dîsa jî wendaye
Ew li wir ketiye:
Li ku lal bûbe çivîkek
Li ku griyabe zarokek
Li ku êşiya be birînek
Xatirxwestinên bê wext para kê be
Qêrînên herî delal yê wan e keko.