Mem Ararat
Dilşikestî
By: Ciwan 146.4k BB · Top Contributor
Xwezî ne çiyayek;
Ne jî deştek bam
Xwezî li deryaya mezin keştîvanek bam
Xwezî ne rastiyek;
Ne jî xewnek bam
Xwezî tev li te ez xeyalek bam
Xwezî ne stêrkek;
Ne ji tavek bam
Xwezî li gerdûnê wendahiyek bam