a photo of Mem Ararat

Mem Ararat

Evîna Biharê

Hîn bihar nehatiye Zozana Lê dunya li bendî me namîne Vaye hatime, mêvanê te Deriyê xwe veke Nebêje qey sibeh tim zû ye Nebê qey çav wê tim bibîne Vaye hatim ber deriyê te Dilê xwe veke Ey sitbanûya keçên derya Ji rêçek dûr têm westiya me Hatime bibim Memê te Baskê xwe veke Hatim te ji xew hişyar bikim Ji her du çavên te maç bikim Agirê evînê har bikim Çavên xwe veke

Bêjebêje © 2015-2024