Mem Ararat
Evîna du çiya
Min got w'ez Ararat im
Tenê bi tenha
Te got w'ez jî Sîpan im
Berf û derya
Min got ez Ararat im
Tenê bi tenha
Te got w'ez jî Sîpan im
Berf û derya
Berfa min ji benda mayîna te heliya
Ewrekî çavê te bim
Hêsir bim yarê yarê
Ewrekî çavê te bim
Hêsir bim yarê yarê
Hêsir bim sozdarê
Ewrekî çavê te bim
Hêsir bim yarê yarê
Ewrekî çavê te bim
Hêsir bim yarê yarê
Hêsir bim sozdarê
Ma pêkan e em jî dilşa bin yarê?
Li rûkala xayin, li vê dinyayê
Ma pêkan e em jî dilşa bin yarê?
Li rûkala xayin, li vê dinyayê
Lerizî payîza me û pelê darê
Lerizî kevrê sebrê
Lerizî yarê yarê
Lerizî kevrê sebrê
Lerizî yarê yarê
Lerizî sozdarê
Lerizî kevrê sebrê
Lerizî yarê yarê
Lerizî kevrê sebrê
Lerizî yarê yarê
Lerizî sozdarê
Kî dibê çiya nagihêjin hev yarê?
Ba tê baran tê pê re silav tê
Kî dibê çiya nagihêjin hev yarê?
Ba tê baran tê pê re silav tê
Ji baskê balindeyan
Bêhna yarê tê
Tu hebî w'ez namirim
Tu hebî yarê yarê
Tu hebî w'ez namirim
Tu hebî yarê yarê
Tu hebî sozdarê
Tu hebî w'ez namirim
Tu hebî yarê yarê
Tu hebî w'ez namirim
Tu hebî yarê yarê
Tu hebî sozdarê