a photo of Mem Ararat

Mem Ararat

Ewrîn

Ez bi giyanekî ewrîn hatim Hatim, min xwe li tava te girt ez mêvan im Ez ji sêhra kenê te re bûme heyran Ez hatime ber deriyê te mêvan im Ez mêvan im Wa birînên min gul vedan piştî te, ez şaşwaz im Hêlek min saw, hêlek min ta, ez şaşwaz im Ji nişka ve emrê çûyî bû poşmanî Kenekî şubhê tavê li ruyê min danî Ezmanê giyanê ewrîn li min bû sayî Bi kenê xwe kewand birînên vî canî Yên vî canî Wa birînên min gul vedan piştî te, ez şaşwaz im Hêlek min saw, hêlek min ta, ez şaşwaz im

Bêjebêje © 2015-2024