a photo of Mem Ararat

Mem Ararat

Ez Hatim

Ba lê dixe pelê darê Diweşîne vê biharê Te gazî min kir ez hatim Ez hatim tu ne li wir î Lerizîm bi bayê barana Ji sibe heta êvara Dil şikestî me delalê Ez hatim tu ne li wir î Vegerîm hêviyên min nema Ji sibeh û êvaran Deng nekir bi min re keniya Ne got erê, ne got na Derenge xewa min nayê Sibehe sebra min nayê Evîndar bûm e delalê Ez hatim tu ne li wir î Ew bihar jî wisa çû Hiş û aqlê min daye dû Dil diêşe delalê Ez hatim tu ne li wir î Sar bûm ji govend û şahiya Xwe êşandim bi strana Dema dît ez wenda bûme Hate bi min re keniya

Bêjebêje © 2015-2024