a photo of Mem Ararat

Mem Ararat

Gazin

Hebû tune bû rahmet li dê û bavê guhdara Li rêwiya, li sêwiyê li ber hêt û diwara Guh bidin vê çîroka ji dengê bayê barana! Gelî dost û hevala! Çiroka me dest pê nake bi merhabayekê Dest pê dike bi xatirxwestin û çend gazina Kulîlkek e Kurdîka. Kulîlkek e çiyayî û Kurdistanî Çiroka wê ne çîroka şerekî ye Çiroka evînek şikestî û ’emrekî pelweşandî ye Ev evîn tayeke sar e Rê û hesret û adar e Pêt û agir jê dibare Çi har e har e har e Jê dû ketin dilê'm êşî Dibe tofan erd dihejî Ne dikuje ne dihêlî Çi jahr e jahr e jahr e Lê nêviyê rê bê taqet mam Gazî dikim nade alan Encax bi te wê bê gulan Tu were were were Li qirava emrekî şikestî Ji bo nîsanê tu buyî hêvî Çava diçe û min dihêlî? Wa nabe nabe nabe Ger tu jî nebe sebra min Gul û Kulîlka baxê min Wê zivistan be havîna min Tim sar e sar e sar e Dişewitîne êşa kevnar Dibe şewta dojehek sar Min re dinale kevr û dar Ha were were were Hawar e were were

Bêjebêje © 2015-2024