a photo of Mem Ararat

Mem Ararat

Heyv

Li bajarê me serê vê êvara Heyvek nû hilat li dilê vala Dilerize tu,dibişire tu Ne ji te be heyvê wê şev çawa ba? Dibe kû xêliyek ba ew reş tarî ba Dibe kû darek ba ew bi kelem ba Dibe kû hêsrê min ew stargeh ba Dibe kû ji xewnên min re ew wargeh ba Reşê te her tim li ber çavê min e Dildarê te me, Sozdara min be Dilerize tu, tim dibişire Heyv e awirên te ,stêrk e, find e Bila li ba min û te bî ewrên rojava Daxwaza jiyînê û gulên li baxa Mizgîniya te ye heyva li çarda Netirse ji mirinê,ji xema ,ji şeva Heta tu Sozdar bî tuyê vebe li vî dila Ger em evîndar bî ma çi ne ev çiya?

Bêjebêje © 2015-2024