Mem Ararat
Keziyên Yarê
Keziyên yarê bi gul e
Bi gul e, çavxezal
Rûken e, çav bi kil e
Çav bi kil e, delal
Hûrik, hûrik, dikene
Dikene, ez heyran
Lê bi kul û keser e
Êşiyaye, çavxezal
Hûrik, hûrik, dikene
Dikene, ez heyran
Lê bi kul û keser e
Êşiyaye, çavxezal
Dîlbera li ber behra Wanê
Min di xewnekê de dît
Çavhunguvê min li ber pala
Çiyayê Sîpanê dît
Qencîya ezdayê mezin
Derxist pêşberî min
Ez qurbana esaletê
Xelata birînên min
Qenciya homayê mezin
Derxist pêşberî min
Ez qurbana esaletê
Xelata birînên min
Keziyên yarê bi rihan e
Bi rihan e çavxezal
Mîna kulîlkan bêhn dide
Bêhn dide, Mem bi qurban
Tu dibêjî qey çemek av e
Ava herî zelal
Ger vexwum ez ê nemrim
We'z ê nemirim tucar
Tu dibêjî qey çemek av e
Ava herî zelal
Ger venexwum, ez ê bimrim
We'z ê bimirim her car
Li berûberê behra Med an darek zeytûnê me
Êşiya me, talan bûme
Çavên min li rê ye
Dema tu li neqeba tarî
Derket pêşberî min
Kenê min ê zarokatî
Te anî bîra min
Dema tu li neqeba tarî
Derket pêşberî min
Kenê min ê zarokatî
Te anî bîra min
Keziyên yarê bi rihan e
Bi rihan e çavxezal
Mîna kulîlkan bêhn dide
Bêhn dide, Mem bi qurban
Tu dibêjî qey çemek av e
Ava herî zelal
Ger vexwum ez ê nemrim
We'z ê nemirim tucar
Tu dibêjî qey çemek av e
Ava herî zelal
Ger venexwum, ez ê bimrim
We'z ê bimirim her car