a photo of Mem Ararat

Mem Ararat

Li Hêvîya Te

Rê difitile li çîyan Diherime xewên şevan Li sîyan mezin dibin Tenêtîyên bêhempa Carna rê carna evîn Diêşîne dilê bi birîn Dijwar dibe bendemayîn Ew çavên li rê qerimîn Didan wesfên kanîyan Navek daye rêya me Rêya kevir lê westiya Carna berf carna baran Xemiland erd û ezman Em bi hev re bendî te man

Bêjebêje © 2015-2024