a photo of Mem Ararat

Mem Ararat

Lorîka Cemîla

Ezê çibikim, ne ‘ewrek im ku bibim baran û vê agirê lê vemirînim Na na wele ezê ne bayekî gur im û vê reş dûkelê lê biqurtînim Dibêjin alaya xinzîr hatin, ber deriye mala bavê min ji bo dojehê xwînê dirêjînin Lê lê vê sibehê wezê lorîka berxa xwe yê Cemîlayê lê bilorînim Dibe ku gaziya min alan bide û qesra hezar derî ji binîde lê hilweşînim, lê hilweşînim… Lê lê berxê ev çi havîn e, bayê berfê lê tûr dixîne Wa malîno emê biçin qûntara çiyayê Cûdî, wa gav bi gav hêlîn hilînin Ne bes be emê gazî kin temama Kurdistanê li warê xwe lê bicivînin Ezê ji bo birîna Cemilka xwe parçeyêk cemed lê wezê bînim ay de lê lê…

Bêjebêje © 2015-2024