Mem Ararat
Pesna Evînê
Kî ji ku bê û bi ku ve here
Li bexçeyê te dicive
Kanîya jiyanê evîn
Rûyê kulîlka gêlazê
Ji xeybaneyan dizê
Tova jiyanê evîn
Helbesta kevir û daran
Xêz dibe li diyaran
Şên dike erd û ezman
Hubra yezdan e evîn
Şên dike der û dorê
Sêhra dara hinarê
Ken didize ji biharê
Stêrka giyan e evîn
Rêyeke bi histirî
Bi kêfxweşî xwîn dibe
Hem dikene û hem digirî
Coşa hêsran e evîn
Gefa li rûyê mirinê
Dibe ken û rûdinê
Sor û zer dike dinyayê
Pifa Xwedan e evîn