a photo of Mem Ararat

Mem Ararat

Rêwî

Li xwe digere rê, yekî ne ji vir Mîna teyra ba dibe li dora xwe Go: ne ji vir im, ne jî çi tu wara min Lê dîsa jî digerim li dora xwe Lê dîsa jî digerim li xewna xwe Li deşt û li çiyayan li zozanan Li gund û li bajaran lê lê lê Ji sitêrkan gerîn ne hêsan e lê Stêrkên dibişirin dişibe çavên wê Rêwî go stêrkê: tu stêrkê kê yî Rêwî go stêrkê: tu çavê kê yî Stêrk tenê lerizî û geriya şeva xwe Stêrk tenê lerizî û geriya dora xwe Li deşt û li çiyayan li zozanan Li gund û li bajaran lê lê lê

Bêjebêje © 2015-2024