Skip to main content
a photo of Mem Ararat

Mem Ararat

Rindê

By: Ramin 20 BB · New Contributor

Ji pirsên sitûr Ji gotinên bi bar Bi ruhê westîyayî Ji taqetê bê par Bi sebra Eyûbê Kû kurma, ew xwar Hatim gihîştim peravên te rindê Bûme keştiyarê Rizgarbûyî ji bayê Ji sermayê Ji berfê rindê Hevalê hevalê, hevala min Şirînê delalê, were ba min Herdeman em ê li ba hev bin Heta dunya û zeman hebin Hevalê hevalê, hevala min Şirînê delalê, were ba min Herdeman em ê li ba hev bin Heta dunya û zeman hebin Ji bêhna agir Ji bêhna sincê Ji bêhna benîştê Li nav dara kajê Ji bêhna nêrgizên Bexçê jiyanê Tu hatî, tu tê Li ser çavan rindê Li ser herdu çavan Li ser seran rindê Li ser herdu çavan Li ser seran rindê Hevalê hevalê, hevala min Şirînê delalê, evîna min Herdeman em ê li ba hev bin Heta dunya û zeman hebin Hevalê hevalê, hevala min Şirînê delalê, were ba min Herdeman em ê li ba hev bin Heta dunya û zeman hebin

Bêjebêje © 2015-2026