a photo of Mem Ararat

Mem Ararat

Sozdarê

Di rihê min de şax davêje Û êşa li ser dilê min e, lê, Sozdarê Ji hêlekê sar e Ji hêlekê bihar e Û lê, lê lê Hax lê Sozdarê Punga li ber coka kaniyan Û ji wê dûrbûnê êdî rê jî westiyan Ji newala ser dilê min deng nebiriya Û lê, lê lê Hax lê Sozdarê Ay de lê, lê lê Ay de lê, lê lê Û lê, lê lê Lê Sozdarê, lê Nizanim gunehê min û te çi ye Û em ê mîna mak a ewle ji ber girtî ye Ji hêlekê baran e Ji hêlekê erdekî tî ye Û lê, lê lê Lê Sozdarê, lê Yên di navbera min û te de rêzek çiya ye Û biryarên malwêranên bav û bira ye Tu ji hêlekê nêz e Ji hêlekê wenda ye Û lê, lê lê Hax lê Sozdarê Ay de lê, lê lê Ay de lê, lê lê Û lê, lê lê Lê Sozdarê, lê

Bêjebêje © 2015-2024