a photo of Mem Ararat

Mem Ararat

Stêra

Stêraa! Taldeyên zîvîn çiqa sar e Ji min re nelîlîne Berbang e û nikarim xwe bispêrim hembêza xewnan Diherike ji çavên min xewek ji awirên dirindeyan Û çivîkên aşbûyî yên di paşila min de êdî hişyar in Stêra tu nemînî Stêraa! Berbangên evînê zêde har in Dişewitîne, dihejîneBê xew im û ez û ev bajar li hev nayên Kulmikên min ji biyabanek hetahetayê Prîska efsûnan li eniya min jî danî Stêra tu nemînî

Bêjebêje © 2015-2024