a photo of Mem Ararat

Mem Ararat

Xaçirek

Evîn xaçirêkek tenge li Botan Keziyeke, difire li vî wara Dile min bû kevokeke li Gabarê Xwezî zimanê rê heba û bigota Kî û kê pişta xwe sipart van zinara Ev evîn wê min jî bibe goristanê Konê penaberiyê li pişta min û te heval Ew rêça li ser berfê ya karxezaleke lal Dikale li pey dayîkê,dayîk li kolanê bê can Dayîk êdî çiya ye , çiyayê bi dar Ew rêça ku dirêj dibe li Nisêbînê Tasek ava sipî vexwar ji dil û can Xwedê zane ev ewr ew ê bi ser me de bigirî Xwezî basikê min heba û biçûma Min deste xwe dirêj kira heta tavê Çi bikim xwîn gihiştiye pelê gulê

Bêjebêje © 2015-2024