Mem Ararat
Xewna Bajarekî
Tax ewrîn e, ba dicemidîne
Kolan sar e, lê lê lê
Xewna vî bajarî, stêrka vemirî
Stûxwar e, lê lê lê
Hayho ev ax êdî yar e lê
Mirin bi kofî û kitan e lê
Vê sibehê bi nîv emrê xezalê û bi sewta kewê
Birîna xwe şanî kevirekî didim lê lê lê..
Ev heft roj in heft gul vebûne li ser sînga dayê, li kolanê
Kê dît kê nedît
Li guhekî sax digerim gotinên min bi destpelinkê
Bi vî alî de diçim, dîwarekî bilind ji tenêtiyê
Li aliyê din xewek ji kirasê zivistanê
Li jor ezmanekî vikîvala
Êdî ji vê sûkê nayê dengê çakûçê solkaran
Bi derziyê re çûye kumê xezalê
Porê xwe vediçire kanûna kizirî
Xwezî, havînê kulavek bam li deriyê konê koçerekî
herî xizanê êlê
Muhtacê dewê taştê û tasek şîva germ li malê
Pêlî min bike, kî biçe û bê
Dibe ku min jî ji bîr bikira bêqismetiya hezar salan
Vê sibê bi nîv emrê xezalê û bi sewta kewê
Can diavêj im ji bedenê
Ev ne çîroka Hûtê Heftserî ye lê lê
Porkurê, ji binê erdê dengê çivîkan tê
Ji dengê xuşîna bayê tivingê û bêdengiya pitika li dergûşê
Dengê min ne diçe ‘evda ne jî diçe Xwedê..