a photo of Mem Ararat

Mem Ararat

Xewnek

Min xewna xwe çandiye li hewşê Ji vê xewnê ranabim ez Bêhna xwezîyekê jê tê Na na ranabim ez Ji rengê sor ê şerabê Li ber şewqa vê berbangê Dilerize çirûska findê Bi sala ye xewna min tê Ji vê xewnê ranabim ez Li wir têk çûye tirs û xof Li wir têk çûye destên hov Min taca evînê da jor Ji vê xewnê ranabim ez Min navê textê Enqerê Min navê şekirê Şamê Min navê rûnê Bexdayê Û qesrek gewre li Tehranê Ez qurbana wê xezalê Berfa Sîpanê çiqas lê tê Ji evînê ranabim ez Ji vê xewnê ranabim ez

Bêjebêje © 2015-2024