a photo of Mem Ararat

Mem Ararat

Zîz

Çi bû çi nebû, wa êşek nû bû Kevnar bû, ji kevnarên herî berê Wa xemên min, pêre ar, pêre har bûn Bênav bû Bêyî zar û ziman bû Nas bû, lê dîsa jî ew wenda bû Ez nexşeyek lal im, dibilînim, dinalim Li havînekê kerr im, zîz im, lal im Westiyayî û bêhal im Malwêranek im, xewnekê dibînim û li ber bayê dinyayekê dilerizînim Nepirsin vê sibehê, navê êşa min Sozdar e Kom bû, bû derya, mezin bû şax veda Bûye ar, bûye serma, zivistan Wa xemên min li bexçe tov vedan, alan dan Ji tavê ew, ew bê par ma Lal ma, ji tavê ew, ew bêpar ma Gotin koçerek mirî xewnekê dibîne Û li ser axa sar xeman dipeyivîne Dibêje û dibîlîne Malwêranek im ez, destê min vala ma Bûme hevalê bayê êvaran, mêvanê mêvanan Nepirsin vê sibehê, navê hişbûna min Sozdar ma..

Bêjebêje © 2015-2024