the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Memê Xido

Cibrî

Lûrî, lûrî lûrî lûrî lûrî Îşev şev e dilê mi ra lo şevşelî ye Guhêra pezê Cindiyê mam herî ye Şev nezik e riya mi dûr e De tu rabe mi birevîne De rabe ber daxwaziya min Destê Cibriyê min bigre, nava malê bigerîne Wezê dirênim îşev şev e şevkaralix e Ez ê bala te sekinîme, derê malê teyax nakim Werzerûmê bûme kurtikê çûx e De lûrî lûrî lûrî lûrî, kulê kuşto kulê biro De lûrî lûrî lûrî lûrî Cibrî lawo Cibriyano şewitiya tu serê xwe ji xeweka şîrîn bi hilîne Xwedê te kuşto tu bibîne û Şev nêzik riya mi dûr e De tu rabe mi birevîne De bira bê ber daxwaziya min Destê Cibriyan bigre, nava malê bigerîne Pezê Cindiyê mi hatiye ber bêderê Ez ê pirsa te pirsana davêjim şikenavê tu xeberê De lûrî lûrî lûrî lûrî, kulê kuşto kulê biro

Bêjebêje © 2015-2024