Memê Xido
Derwêşê Evdî
Delal way delal, way delal way delal
Were Derwêşo, mala bavê mi bi mêvanî
Wezê tera serjêkim mînga sore ser beranî
wezê tera daynim kulavê sorê Xuristanî
Serjêkim berxa sora serberanî
Wekî dê û bavê mi go Edlê lawo kanê berxa sora serberanî
Ez ê bêjim şilî bû, şayî bû, berf û bager bû, sir bû serma bû
Kurê xelqê bû dilê wan neşewitî, çolê nanî
Wez nemînîm, wez nemînîm, wez nemînim delalo
Delal way delal, delal way delal
De yavê bavê mi derketine
Were bavê mi kembûne kêm ketinê
Heft birê mine bi hev girtinê
Kalebavê minê ber mirinê
Pîredayîka mine ber şûştinê
Gava wezê çev Derwêşê Evdî dikeve, min tirê hemû saxin rû hevata dinênêne
Way nemînîm, way nemînîm, way nemînim, way nemînim delalo
Delal way delal, delal way delal
Wezê nêrim çûme waliyê malê, lê malê tijî
Çûme waliyê dîwanê, dîwana tijî
Sîneqavê ser guzedarê, gezo dikelijî
Kekê Edlê kire gazî go Edûlê lawo
Yekê bixwe yekê bide delalê dilê xwe jî lo lo
Nizanim sava bira pismama bû, tirsa kekê Edûlê bû destê wê lerizî
Çirka qawê ser çûxê besrayî de rijî
Wez nemînim, wez nemînim, wez nemînim, delalo
Delal minê çûxê Derwêşê Evdî hilda
Wezê çûme ber Çemê Payê
Çemê Payê li mi çikiyaye
Heft qalib sabûnê destê mi da heliya
Minê rojek roja germa havînê avête berê
Dîsa tilka qawê lê xalî kiribû
Wez nemînim, wez nemînim bira lo Derwêşo