the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Memê Xido

Domam

Lê were domam, were domam, were domam, were domam Were domam, guliyê domama mi şirîta devî cêr e Birikê bayê Welegezê xwe ra girtiye gêr e Wezê nav nîşanê dosta xa te ra bêjim, bîst û çar diranê dêv da temam zêr e Domam, domam, domam canê Were domam sevî dilê mino dilê sed car sevî Tu were qaskî li mala bavê mi bibe rewî Ez ê te bi sefay kim mîna kara xezala, berxala, wez yewî Were domam, jêr de kaniya derê malami qesmenek e Were ramûsanekê tê bide mi evdalê Xwedê wa kerem ke Sê tilî kesnetilkê maye werî qarî, dost û dijmina xirab neke Domam, domam, domam canê Were domam yêtîmo gede, ku da diçî mi bibe xwe ra We ca halê dilê xwe û te ra çaxî te ra Dilê mi ketiye li çîvîna, na wele, çûçika reş e ber şevqara da lo lo Domam, domam, domam canê Were domam, were domam, were domam, were domam De divê halêm vê sibê, gede vê sibê halêm ne tu hal e Kewa mine gozel nava cî û merga da razaye gelo Kesek tune jê ra bive bergî ji berpal e Domam, domam, domam canê

Bêjebêje © 2015-2024