the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Memê Xido

Mem û Zîn

Oy oy oy oy oy Zînê go Memo malik şewitiyo çewa ew nîn e Şahî hatiye xema min û te nîn e Wez ê mîro berdim ne xwey malan e, oy oy oy Memê go Zînê, malik şewitiyê, tu nehatiyî mi berdî Tu hatiyî ez te em meraqa dilê mi xeberdin Ema tu hatî qalibê şîrê ruhe mi jî derizî wîwî Wê sibê çima Zînê go dilê mi kul e jê bi birîn e Memê malşewitî, gava malê şiyandibû xulam û xizmetkara Îro çavê mi qerimiye li riya te û bavo, ay Mîr Sêvdîn go xwezil Memê Alan bahata kirînê Min ê bida mal halê dinyalika dinê, xezne û defînê Medînê Min ê Memê Alan vegeranda sew xatirê hêstirê xatûna Zînê Oy oy oy oy oy gava Zîn xatûnê sitevê wele kildînê Hêstira ser dêmê gulî da hûrik hûrik dibarîne Dibê perî xwişkê xêra Memê Alan êdî me ra tu nîn e

Bêjebêje © 2015-2024