Memê Xido
Sira Qelenîyê
Lo lo lo lo û lo loy lo lo oy lo lo lo lo loy lo lo lo lo loy lo
Keko, ezê sira Qeleniyê nêrim, dilê mi ra sireke sar e
Çixara destê kekê mi qertela Xwedê şêlaz e, taxima serî karîbar e
Êvar da kekê mi ketiye nava Hiseyn Begê Takorî da
Dike nake destê tenê bibe şêrê Elî pê nikare
Lo lo lo lo lo kekê mi lo lo
Lo lo loy lo keko, wezê Qeleniya şewitî dinêrim
Qendan û li bendan, gulekê kekê mi dane
Wez dêranê, wê şikênandine lûlekê her du zenda
Ez ê neketime derdê kekê xwe qertela Xwedê, şevê dinê çima
Go keçik şandine sera nêrîna ser sozbenda
Loy loy berdê kekê mi berdê, bavê mi berdê lo
Lo lo loy lo keko, wezê Qeleniya şewitî nêrim, dilê mi ra wê bi sûs e
Tivinga milê kekê mi qertela Xwedê walmasta rast e, mil da diçurise
Ezê neketime derdê kuştina kekê xwe qertela Xwedê şevê dinê
Konê bavê mi da naşixule ne çira ne çirûse, lo lo lo lo kela reş tê lo lo
Lo lo loy lo keko, wezê Qeleniya şewitî nêrim dilê mi ra wê giya şîn e
De bira mala Hisêyn Begê Takorî ne xana Xwedê be
Mîna teviya teyro kêgula ser kekê mi da direşîne
Derê mala birîna kekê mi pir xedar e, wada gele me dêşîne
Loy lo loy loy kekê min berdê, bavê min berdê lo
Lo lo loy lo keko wezê nêrim Qeleniyê berfekê bariye kiriye hêk e
Kesekê tune orta kekê mi Huseyn Begê Takorî çêke
Weskerekî mîma şewitî zor î zef î pir î wa giran e bavo
Tirsa mi wê tirsê ye destê zorê şev şevekê ser kekê mi da bigire
Serê erz û eyalan jêkin
Lo lo lo lo lo kekê mi lo lo