the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Memê Xido

Were Domam

Were domam, were domam, were domam, were domam Domam sibe ye, kubara ji sibê ye Wezê nêrim siwarekî nav siwara wê de da têye Ez ê çawa bêjim pêşiyê ye li siyaro, hatina te kê derê ye Were domam, were domam, mereza dilê mi yemalî ye Were domam, naçî deran e û hatina mi kê derê ye Ez ê têm Hemikê bi Hemayê, Bêlecûkê ser dikanê vê Bexdayê Serê sûka Diyarbekira wêran, dozde qonaxa karê rê ye Na na qîz û bûkê Celaliya wê li maye li kêfê di seyranê gidîno lo Were domam, go kuro bi kurmalo Wez ê bidime te malî dinê ye, kihêla serê bi tewlê ye Bêje mi salix solixê Gênc Xelîlê ye Gotî mi ra ne malê bi dinê ye, kihêla serê bi tewlê ye Tenê bide mi ramûsanek gewriya ye Wez ê bidime te vê sibê salix solixê Gênc Xelîlê ye, domam Lê were domam, kuro kurmalo, kurmalbavo Ramûsana ruyê mi devê heftê dozek bavê te zêde ye Minê paşî Gênc Xelîlê sond xwariye, bi navê Xwedê ye Mi tobe be xeynî Gênc Xelîlê, wez ê ramûsanê nadime tu kesî ye Were domam, mereza dilê min î lo lo Ê lê vê sibê kuro bi kurmalo Wez ê bidime te ramûsaneke ruyan e Mi ra bêje salix solixan e Ez ê dihatim Hemikê bi Hemayê Mêze bike ser dikanê vê Bexdayê Serê sûka Diyarbekira wêran Were domam, mereza dilê mi gidîno lo

Bêjebêje © 2015-2024