the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Memedê Zurbe

Ez Kanî Me

Wez kanî me tu jî maral Avê vexwe te bibe helal Levdûr ketin ev bû çend sal Wez bedhal im, wez bedhal im Wez bedhal im werine cem min Huba dilê mi xwe ra bivin Dewsa birîna qe xweş nabe Wez bedhal im, wez bedhal im Wez mêvanê zer memika Dest nakevin tu feleka Wez dermanê hemû dila Wez bedhal im, wez bedhal im Wez kulîlka berê palê Em mêvan in vê dinyayê Hevdu hez kin û edlayê Wez bedhal im, wez bedhal im

Bêjebêje © 2015-2024