the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Memedê Zurbe

Way Lê

Devê kaniya gul sosin e Devê çema êl û bend e Ewleda baş ber çevan e Ew hizkiriyê dê bavan e Biniya mala tev kanî ne Kî ne rast e xêr nevîne Bejna zirav me ra bîne Bîna zeriya wez danîme Way lê, way lê min go keçê Singê qerqaş tu bipêçe Bê hevala cada neçe Bê hezkirin temam pûç e Way lê, way lê min go lê lê Devkenê sûret xal xalê Lê lê bivim evê salê Wez evdal im bejn ziravê Way lê, way lê min go xanê Xanê têye tev dûmanê Êmîşê baş tê Rewanê Bîna êmîş tê ejxanê

Bêjebêje © 2015-2024