![the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo](https://s3.eu-west-2.amazonaws.com/bejebeje.com/artist-images/placeholder-s.jpg)
Memedê Zurbe
Zozan
Zozan zozana, xweş e bi dewrana
Yaram xew rabû, dengê şivana
Zozan ha zozan
Kî bûye mêvan
Gul sosin çîman
Ava wê derman
Zozana gul da
Hişyar bûm xew da
Yarê şîrîntir
Yar e demê da
Ça xweş e zozan
Biniyê da Sêvan
Yara şa devken
Wez wê bûm mêvan
Zozan bilind e
Yaram ça rind e
Cem qîzê kurda
Nav namûs rind e