the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Memlîyê Xemo

Xezalê

Ê lê xezalê, çiyayê Şengalê dar e û Çiyayê wêranê dar e û dar e dar e dar e dar e Mi go xezala mi derketiye û cerda Elo paşayî kal e Ê lê xezala mi derketiye û cerda Elo paşayê kal e Elo paşa bi xwe kî bi Xwedê kî tu yX xezala mi berdî, berdî, berdî, berdî De cotî karî xezala li çiyayê Şengalê lê zarezar e Xezala me berde, berde, berde, berde, delala mi berde, berde, berde Ê lê xezalê bû, çiyayê Şengalê mij e Çiyayê wêranê mij e, mij e, mij e, mij e, mij e, mij e Mi go xezala mi derketiye cerda Elo paşayê mêrbikuj e Ê lê xezala mi derketiye cerda Elo paşayî mêrbikuj e Elo paşa bi xwe kî bi Xwedê kî tu yê xezala mi berdî, berdî, berdî, berdî De cotî karî xezala li çiyayê Şengalê li şîr dimije Xezala me berde, berde, berde, berde, delala mi berde, berde, berde, berde Xezalê û, çiyayê Şengalê tirî Çiyayê wêranê tirî, tirî, tirî, tirî, tirî Mi go xezala mi derketiye cerda Elo paşayî milî Ê lê xezala mi derketiye cerda Elo paşayê milî Elo paşa bi xwe kî Xwedê kî tu xezala mi berdî, berdî, berdî, berdî De cotî karî xezala li çiyayê Şengalê le wê digirî, ay ay Xezala me bedre berde, berde, berde, delala me berde, berde, way way

Bêjebêje © 2015-2024