the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Memlşyê Xemo

Hêdî Bajo

Hêdî bajo, hêdî bajo, hêdî bajo, hêdî bajo, gede siyaro Wele wa ye sibe ye dilê mi xema lê di xemê da Wele wa ye sibe ye dilê mi xema lê di xemê da Bira siyar û peyayê me siyar bûne xwe dane perê esmana Na wele rûbarê li mij e lo Hêdî bajo, hêdî bajo, hêdî bajo, birîndar e Xwe dane xwe perê ezmana, na wele rûbarê li mij e lo Gulekê berî bedena Xelîlê Ecem siyarê gozî çavreş dane Mi dêranê gulek maye we hestiyê di çokê da Hêdî bajo, hêdî bajo, hêdî bajo, birîndar e Weylê way sibe ye Xelîlê Ecem ji mal siyar bû hîlanokî Elê wa ye sibe ye Xelîlê Ecem li mal derket hîlanokî Gule barûdê vî kafirî ser Xelîlê Ecem da De barî mîna taviya vê teyrokê Hêdî bajo, hêdî bajo, hêdî bajo, birîndar e De barî bîna taviya vê teyrokê Gulekê berî bedena Xelîlê Ecem siyarê gozî çavreş dane Mi dêranê, gule maye hestiyê çokê Hêdî bajo, hêdî bajo, hêdî bajo, gede siyaro Wey lê wayê sibe ye sira sar tê Wey lê wayê sibe ye sira sar tê Weyla mi dêranê, gule barûdê vî kafirî Ser Xelîlê Ecem da lê çar nikar tê Hêdî bajo, hêdî bajo, hêdî bajo, birîndar e

Bêjebêje © 2015-2024