the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Memoyê Hemîd

Gede Lawikê Min

Gede lawiko qurban çavêm rênga te qerimî De divê xewê şeva mi herimî Îsal heft sal e gede lawikê mi çûye xerîbayê Wezê nizanim çi hate serê wî lo çi qewimî oy Gede lawiko qurban diçî welatê xerîbayê ho, mi bîr neke De divê navêm gustîleke qaşhêşîn ke, hay lo, tiliya xwe ke Ez ê heçî gava dikevime bîra te da De divê derxe ser da dişinmîş be lo mitale ke Lawiko hêwayo ho ha bi hêwa yo Wezê heyrana bejna gede lawikê xwe mî zirav lo dev û lêva Gede lawiko qurban şevekê nîvê şevê De divê were bibe mêvanê mi kesûkê, wey lo, baxçengê sêva Were yeman, eman lo gede lawiko lo

Bêjebêje © 2015-2024